entegrasyon, beşdarbûn û hevgirtinê

bi hev re. Lübeckê. bijî!

Bajarê Hanzî Lübeck bajarekî mezin e, navneteweyî û ber bi cîhanê ve vekirî ye, ku ji sedî salan ve hîn bûye ku mirovên ji welatên cîhanê wekî dewlemendkirin aborî û pêkhevî jiyan( hevjiyan) . Entegrasyone/têkelbûna kesên koçber li bajarê Lübeck kevneşopîyê wê heye.

hevjiyan di nav çandan/kulturan de biserdikeve , ji ber ku ciyawazî wekî derfetek ji bo civaka me û ji bo bajarê me tê dîtin .
Bajarê Hanzî Lübeck, ligel alîyên kêrdar, karmend û dilxwaz, firsendên wekhev ji bo beşdarbûn û entegrasyonê pêş dixe.
Ji bo birêvebirin pêvajoya entegrasyonê, Beşa entegrasyonê tevî beşa aborî û civakî de hate avakirin.

Têkelîkirin ji bo daxwazname  û pirsan: integration@luebeck.de 

 

Pêşvebirina peykerî ya entegrasyon û beşdarbûnê

Dezgeha entegrasyonê pêşkeftina pêkhateyî ya entegrasyon û beşdarbûnê hemaheng û serrast dike.
Ew li ser pêşxistina pêvajoyên demdirêj û adaptekirin an xweşbînkirina wan li gorî rewş û guhertinên heyî ye. Ji bo vê armancê amûrên kontrolê yên cûrecûr hene, ku li jêr têne diyar kirin.

nexşerêya entegrasyonê ya xwecihî
Parlemanê bajarê Lübeck ji bo çanda vekirî û toleransê xwe diwestîne. Jixwe ev di têgeha entegrasyonê ya 2012 de tê dîtin (Link). Herweha ji bo nûkirinê jî rewa dimîne. Di 25.03.2021ê de têgeha entegrasyonê ya xwecihî ya Bajarê Hanzî Lübeck, wek planeke giştgîr ji hemû karên pêşerojê yên entegrasyonê re, hate nûkirin.
pêşxistina projeyan wekî armance serkî û armenacên jêrsereke di plasazkirinê û projeyan de li ber çavan werin diyarkirin.
Tevahiya salane ya ji bo pêkanîna tedbîran ji sala 2022an ve dike 100,000 Euro.

Navê têgeha entegrasyonê ya Lübeck 2021 "Bi hevre .Lübeck.Jiyan!". Di vê wateyê de hejmareke zêde ji alîyên kêrdar, rexistin û takekesan gihiştin hev. Dixwazin avahî û tedbîrên ku entegrasyonê, tevlêbûna wekhev û vekirina navçandî ya rêveberiyê pêş ve bixin. Armancên sereke û yên jêreserke ligel rêkarên bi wan ve girêdayî di şêweyên cûrecûr yên hevbeşbûnê de, hatin destnîşankirin.

Nexşeya pêvajoyên entegrasyonê
Bi pêşxistina pêvajoyên ji bo qebûlkirina entegrasyona penaberan , di sala 2017'an de amûrek girîng a ji bo xuyankirina avahiyan hate destpêkirin. Ev pêvajoyan wekî amûrek kontrolê ku ji bo mijarên entegrasyon, beşdarbûn û hevgirtinê li bajarê Hanzî Lübeckê bi bandor, û bi nirxek zêde piştgirî bidê hemî kesan.

 

 

Pêşxistina beşdariya koçberan

Ji bo bihevrejiyana civakî ya li bajarê Hanzî Lübeck, hînkirina rêbazên demokratîk û yên hevbeşdarbûnê dibin bingeha sereke ya stratejîya entegrasyonê ya tevahîya bajarî. Zanîn û têgihiştina pêkhateyî ya pêkanîyên derfetên wekhev ên beşdarîbûnê li Lübeck, têgihiştineke bingehîn e. Beşdarbûna wekhev êdî pêkvejiyanê û bihevrebûna erênî xurt dike.

Forum ji bo koçberan
Wek alîyekî berjewendîparêz û xwedî mafên beşdarbûnê, Foruma koçberan girîng e ji bo beşdarbûna koçberan û rêxistinên pêve girêdayi. Bi xebata çalak a Forumê, berjewendî bi rengekî rêkûpêk têne tomar kirin. Di Forumê de niha derdora 120 endamên çalak hene. Forum, ji kesan; ên bi û bê paşxaneya koçberî, û ji nûnerên komeleyan û hevbendan, û ji nûnerên rêveberîyên fermî û siyasetê tê pêkhatin.

Forum xwe wekî platformek dibîne. Li ser vê platformê, kesên ku bi karê koçberî/entegrasyonê re dixebitin dikarin bicivin, ramanan biguhezînin û tevkariyê bikin. Ev Forum serbixwe ye, ne parti ye, ne olî ye. Ew têgihîştina navneteweyî û bihevrejiyana aştiyane ya hemû gelên li Lübeckê diparêze. Forum ji bo wekheviya zayendî û çandî ye. Di koma rêvebiriya entegrasyonê de, foruma koçberan ji 18 dengan 5 deng digire.

Broşura Xwe-Rêxistina Koçberan
Broşûra xwerêxistinkirina koçberan hemû rêxistinên xweser ên koçberên Lübeck ên ku heta roja sereke ya 31.12.2021 bersiva pirsnameya Ofisa Entegrasyonê dane. Broşûr bi berdewamî tê nûkirin.

 

 

rêbazên li dijî cudakarî û nijadperestiyê

Bajarê Hanzî Lübeck bi awayekî çalak li dijî her cûre yên cûdakarî, nijadperesti û cûreyên din ên dijminatiya bi komê re di astên cihêreng de radiweste. Bajarê Hanzî Lübeckê ligel hevkarên xwe yên hevpeymaniyê û hevkarên hevkariyê agahdarî dide û van mijaran zelal dike. Her weha piştgirî dide mirovan û doza wekhevî û mafên wekhev dike.

Li gor bajarê Lübeck , naskirin, nirxandin û tevlêkirina cihêrengiyê di nav civak û cîhana xebatê de xala bingehîn a çalakiyên wan e. Bajarê Lübeck ji sala 2020an ve endamê Koalîsyona Ewropayê ya Bajarên Dijî Nijadperestiyê (ECCAR) ye.

 

 

Piştgiriya darayî ji bo entegrasyon û beşdariyê

Sindoqa entegrasyonê
Di sala 2014 de, Parlamentoya Lübeck biryar da ku " Sindoqa entegrasyonê ya Lübeck" ava bike. Pereyên ji ' Sindoqa Entegrasyonê ya Lübeck'ê ji bo piştgirîkirina beşdariya wekhev a mirovên xwedî paşxaneya koçberiyê di çavkaniyên civakî yên têkildar de di qadên çalakiyê de yên 'Têgeha Yekbûna Şaredarî ya Bajarê Lübeck' bi finansa projeyê piştgirî dike. ji bo pêşxistina pêvajoyên vekirina navçandî.

Pêşxistina karê dilxwazî di alîkariya penaberande
Tu di pirsên rojane de piştgirî û arîkariyê li ser bingeha rêbazaa alîkariya mirovan dikie taku karibin alîkariya xwe bikin?
Tu entegrasyonê di perwerde, kar û civakê de pêşve dixie û di çalakiyên dema vala, çandî û werzîşê de navbeynkariyê dikie? Dezgeha entegrasyonê bi kêfxweşî alîkariya we bike di vê yekê de. Hûn dikarin bilêt, fatûre, an jî beyanên kîlometreyan ên girêdayî bi piştgiriya penaberan re ji bo vegerandina pere bişînin dezgeha entegrasyonê.

 

Das könnte Sie auch interessieren